26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fransî: Pêşmerge cihê şanaziya civaka navdewletî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di civîna xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, Cîgirê Serokê Herêma Êl Dû ya Fransa ragihand ku, bergiriya Hêzên Pêşmerge li hemû pêkhateyan û bê cudahî cihê şanaziya civaka navdewletî ye.

Îro Yekşemê 4-12-2016 Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Patrîk Kerem Cîgirê Serokê Herêma Êl Dû ya Fransa û şanda dîplomatîk ya ligel wî kir.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi wê serdanê û pêşkeftin û pêkvejiyana neteweyî û olî ya li Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku bergiriya Hêzên Pêşmerge li hemû pêkhateyan û bê cudahî û bi taybetî jî li Xristiyan û Êzdiyan cihê şanaziya civaka navdewletî ye.

Di beşeke din a wê civînê de, şanda mêvan behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê paşeroja wan pêwendiyan kir. Herwiha gotûbêj li ser paşeroja pêkhateyên Mûsilê û vegerandina koçberan bo ser mal û halê xwe û avakirina wan navçeyan, kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya wê serdana şanda mêvan û Hikûmeta Fransa û Hevpeymaniya Navdewletî kir li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge. Herwiha da zanîn ku xelk û Pêşmergeyên Kurdistanê li hemberî terorîstên DAIŞê karîne bergiriyê li Kurdistanê û hemû pêkhateyan û cîhana azad û nirxên mirovatiyê bikin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku pêwîst e xelkê pêkhateyên nevçeyê, ji vir bar nekin û berdewam bin li ser pêkvejiyana birayene ku Kurdistan şanaziyeke mezin pê dike û ji bo vê yekê jî daxwaza alîkariyê ji Fransa kir.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Barzanî behsa serxwebûna Kurdistanê kir û got, ji mafê gelê Kurdistanê ye ku daxwaza serxwebûna bike.

 

Nûçeyên têkildar