26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Goran nerazîbûnan ji bo berjewendiyên xwe bikar tine

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civata Serkirdetiya PDKê li Silêmanî û Helebceyê ragihand; “Tevgera Goran di bin navê nerazîbûna xelkê de, ji bo pêkanîna armancên siyasî, berdewamî dide xwepêşandanan.”

 

Civata Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebceyê îro (03-12-2016) bi daxuyaniyekî ragihand; “Xwepêşandan yek ji sîmaya civaka sivîl û prensîbeke demokrasiyê ye. Weke Civata Serkirdetiya PDKê li Silêmaniyê û Helebceyê, em her dem piştgirî didin hemû daxwazên rewa yên karmend û mamostayan.”

 

Civata Serkirdetiya PDKê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku ji bo çareseriya pirsgirêka meaşan mekanîzmayekî guncaw pêk bîne.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em xelkê berxwedêr ê Silêmaniyê û aliyên siyasî agahdar dikin, ku Tevgera Goran di bin navê nerazîbûn û daxwazên rewa yên xelkê, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û hizbî, berdewamî dide xwepêşandanan.”

 

Civata Serkirdetiya PDKê diyar kir, ku tevlîkirina acendaya siyasî ya nav daxwazên rewa yên xelkê, ziyanê dide doza rewa ya xelkê û sîmaya bi hevre jiyana aştiyane têk dide û herwiha zirarê dide hemû aliyan.

 

Nûçeyên têkildar