26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Brett H. McGurk û Serok Barzanî behsa çend mijarên girîng kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Nûnerê Taybet ê Barack Obama bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett H. McGurk serkeftinên Hêzên Pêşmerge yên vê dawiyê li Mûsilê pîroz kir.

 

Îro Şemiyê 3-12-2016 li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Brett H. McGurk Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û şanda pê re kir.

 

Di wê hevdîtinê de, Nûnerê Obama spasiya Amerîka ji ber qurbanîdana Hêzên Pêşmerge û ji bo serkirdatiya şerê terorê û herwiha ji bo destpêşxeriya wî bo çareserkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, gihand Serok Barzanî û serkeftinên vê dawiyê yên Hêzên Pêşmerge jî pîroz kir.

 

Her di vê hevdîtinê de, pêşkeftinên operasyona azadkirina Mûsilê û rewşa meydanî ya eniyên şerê li dijî terorîstan li parêzgeha Mûsilê nirxandin û Nûnerê Obama kêfxweşiya xwe li hember hevahengî û alîkariya bihêz di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de nîşan da û ragihand ku ew hevahengî ji berhema pêşniyar û nêrîna Serok Barzanî bû û niha bûye sedema serkeftina operasyona Mûsilê.

 

Di wê civînê de, Serok Barzanî û Brett H. McGurk behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyên kirin û tekez kirin ku gerek berdewam hevahengî di navbera wan de hebe.

Nûçeyên têkildar