Brîtanya siyaseta xwe derbarê gonaxa piştî DAIŞê gihand Serok Barzanî

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Karûbarê Pêşxistina Navdewletî ya Brîtanya pesnê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge da ji ber serkeftinên wan di şerê li dijî terorê û parastina pêkvejiyanê û hevkariya koçberên ku ji ber şer berê xwe dane Herêma Kurdistanê.
Îro Şemiyê 3-12-2016 li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Roy Stîwart Wezîrê Karûbarê Pêşxistina Navdewletî ya Brîtanya û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, Wezîrê Brîtanî pesnê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge da ji ber serkeftinên wan di şerê li dijî terorê û parastina pêkvejiyanê û hevkariya koçberên ku ji ber şer berê xwe dane Herêma Kurdistanê.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, behsa pêngavên piştî azadkirina navçeyên bin destê DAIŞê li Mûsilê û derdora wê hat kirin, nexasim ji aliyê alîkariya koçberan û piroseya avakirin û pêşxistina xelkê wê navçeyê.
Her di vê civînê de, şanda Brîtanya ji Serok Barzanî re behsa siyaset û nêrîna Brîtanya derbarê paşeroja Mûsilê û qonaxa piştî DAIŞê û bicîkirina aramiyê li wê parêzgehê, kir. Herwiha daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku ew jî nêrîna xwe derbarê wê yekê de ji wan re eşkere bike.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî tekez kir ku pêwîst e pêkhateyên parêzgeha Mûsilê ji paşeroj û çarenivîsa xwe bên garantîkirin.




