“Em kiryarên PYDê şermezar dikin”.. Ala Kurdistanê şewitandin

Hewlêr-KDP.info- Tevgera Şoreşgerên Araratê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew kiryarên PYDê bi êrişa li ser ENKSê û şewitandina ala Kurdistanê, şermezar dikin.
Duhî Înê 2-12-2016, hêzên asayişa PYDê êrişî ofîsên her du partiyên Partiya
Tevgera Şoreşgerên Araratê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Duh êvarê çekdar û alîgirên PYD /PKKê bi awayeke hovane li Qamişlo êrîşî xwepêşandana ENKSê kirin û herwiha êrişî baregeha ENKSê li bajêrê Amûdê kirin û Ala Kurdistanê li ser avahiya baregehê anîn xwarê û şewitandin.”
Wê tevgerê wiha domand: “Em êrîşa çekdarên PYD/PKKê ser xelkê sivîl bi tundî mahkûm û şermezar dikin û bang li hemû Kurdan, ên li Kurdistanê û yên li seranserên cîhanê dikin ku li hemberî vê heqaretê dengên xwe bilind bikin û zextê deynin ser siyaseta PYDê.”




