Serokatiya nû ya Amerîka bo Barzanî: Emê berdewam bin li ser piştevaniya we

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Hilbijartiyê Amerîka peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û di wê peywendiyê de serokatiya nû ya Amerîka ji Serok Barzanî re tekez kir ku Amerîka dê berdewam be li ser piştgiriya gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge.
Êvariya roja în 02.12.2016 Michael Richard "Mike" Pence Cîgirê Serokê Hilbijartiyê Amerîka bi riya telefonê peywendiyê bi Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Di vê peywendiya telefonî de Cîgirê Serokê Hilbijartiyê Amerîka ji bilî balkişandina wê yekê ku berê jî serdana Herêma Kurdistanê kiriye, pêzanînên xwe ji bo xebata gelê Kurdistanê û qurbanîdana hêzên Pêşmerge hebû û pesnê rola Pêşmerge ya li têkşikandina terorîstan kir û tekez li wê yekê jî kir ku serokê Amerîka yê hilbijartî û ew bi xwe û welatê wan û îdareya nû ya Amerîka palpiştê gelê Kurdistanê û Pêşmergene û li piştevanîkirinê de berdewam dibin.
Li beranber da Serok Barzanî ji bo serkeftina wan ya li hilbijartinên Amerîkayê de pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok û Cîgirê Serokê Hilbijartiyê Amerîka kir û spasî helwesta Serokê Hilbijartiyê Amerîka kir ku di helmeta hilbijartinê de piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê ragihandiye.
Serok Barzanî eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê rastî zulm û êşeke mezin hatiye û hêvî jî xwest ku Amerîka û îdareya nû piştevanê doza rewa ya gelê Kurdistanê bin.
Her li vê peywendiyê da her dû alî tekez li ser berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê kirin.




