Çekdarên PYDê êrişî xwepêşandana ENKSê kirin

Qamişlo-KDP.info- Çekdar û asayişa PYDê îro li bajarê Qamişlo êrişî xwepêşandana ENKSê û ofîsên her du partiyên PDK-Sê û PYKSê anko Yekîtî kir û gulle bi ser xwepêşanderan re avêtin.
Îro Encumena Nişîtmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo dest bi kombûneke cemawerî ji bo şermezarkirina girtina kesatitên siyasî yên di zîndanên PYDê de kir.
Îro înê 2ê Kanûna 2016, hêzên Asayişa Qamişlo êrişî ofîsên her du partiyên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Yekîtî) kirin.
Hêzên Asayişa PYDê û çekdarên wê li xwepêşanderan dan û gulle bi ser wan re avêtin.
Heta niha 30 serkirde û endam û çalakvanên ser bi ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin û di zîndanên PYDê de ne.




