Awstralya pesnê Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê dide

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, Balyozê Awstralya li Iraqê ragihand ku hikûmeta welatê wî bi giringî li pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê dinere û pesnê rol û qurbanîdana xelk û hikûmet û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê û parastina pêkhateyên cuda de, da.
Îro Pêncşemê 1-12-2016 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Awstarlya li Iraqê Krsîtofer Langman kir.
Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan kêfxweşiya bi serdana Herêma Kurdistanê û aramî û asayiş û pêşkeftina wê nîşan da û tekez kir ku Hikûmeta Awstralya bi giringî li pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê dinere û pesnê rol û qurbanîdana xelk û hikûmet û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê û parastina pêkhateyên cuda û hewandin û xizmetkirina koçberan de, da.
Piştre Balyozê Awstalya derbarê rola welatê xwe de di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de kir, herwiha destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bo pêngavên wê di ware çaksazî û perepêdan û giringîdan bi mafên mirovan de, nexasim mafê jinan û avakirina civakeke aram li Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana şanda mêvan kir û rola Awstralya di Hevpeymaniya Navdewletî de û piştevaniya berdewam a wî welatî bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand, ji ber ku piştevaniya Awstralya bûye sedema gelek serkeftinên Hêzên Pêşmerge.




