Şebek: Bila hemû gundên me bikevin bin deselata Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Gundên Kurdên Şebek li derdora bajarê Mûsilê dabeşî ser 2 sînoran bûne, ku beşek di bin destê Pêşmerge de ne û yê din jî di bin destê hêzên Iraqê de ne, lê nûnerê Kurdên Şebek dibêje, “me daxwaz kiriye ku hemû gundên me di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de bin.
Xezwan Hamid, Nûnerê Kurdên Şebek di Encumena Parêzgeha Neynewa de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Navçeya me bûye 2 perçe. 22 gund di bin destê Hêzên Pêşmerge de ne û 36 gundên din jî di bin destê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de ne. Ji ber Heşda Şeibî jî xelk newêrin vegerin ser gundên xwe. 4 gundê din jî yên Kurdên Şebek hîn jî di bin destê DAIŞê de mane.”
Hamid wiha got: “Em dilgiran in ku gundên me wisa dabeş bûne û me wek Kurdên Şebek daxwaz kiriye ku hemû gundên me bikevin bin deselat û kontrola Hêzên Pêşmerge de û ti gundên me di bin destê hêzên Iraqê de nemînin. Me ev daxwaza xwe daye UN jî.”




