26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Ligel Komeleya Îslamî gelek nêrînên me yên hevbeş hebûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku ti gavê pêwendiyên PDKê ligel Komeleya Îslamî xerab nebûne û îro jî gelek nêrînên wan ên hevbeş hebûn. Emîrê Komeleya Îslamî jî ragihand ku, ew dixwazin vê care karekî bikin û dilê xelkê pê xweş bikin.

 

Îro şandeke PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê serdana Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

 

Piştî civîna herdu aliyan, Fazil Mîranî û Emîrê Komeleya Îslamî Elî Bapîr bersiva pirsên rojnamevanan dan.

 

Di serî de, Mîranî ragihand: “Ti gavê pêwendiya me bi Komeleya Îslamî re xerab nebûye. Hertim pêwendiyên me baş bûne û îro jî gelek nêrînên me yên hevbeş hebûn.”

 

Ji aliyê xwe ve, Elî Bapîr ragihand: “Me behsa pirsên pêwîst kirin. Em dixwazin bighên çareseriyekê ku dilê hemû xelkê xweş bibe. Komel dixwaze kirîz çareser bibin û her aliyek û cem xwe ve kar ji wê yekê re bike.”

 

Nûçeyên têkildar