26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêx Ceifer: Bo beşdariya Pêşmerge di şerê Mûsilê de, pêwîstî bi danûstandinan heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge dibêje, operasyona girtina Mûsilê qonaxeke baş derbas kiriye, lê nexuya ye ku îsal dê şerê wî bajêrî bidawî bibe yan na. Herwiha dibîje, piştevaniya Pêşmerge li artêşa Iraqê bûye alîkar ku serkeftinan bidest ve bînin.

 

Şêx Ceifer Şêx Mistefa Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên artêşa Iraqê li Mûsilê pêşkeftinên baş bidest ve anîne, lê terorîstên DAIŞê bi riya xwekuj û otomobîlan li ber xwe didin da ku pêşdeçûna hêzên Iraqê rawestînin, lê hîn jî baş pêş dikevin û dê Mûsil her rizgar bibe, lê ez nikarim bêjim dê Mûsil îsal bi yekcarî bê rizgarkirin.”

 

Derbarê egera pêwîstiya beşdarîkirina Hêzên Pêşmerge di şerê nava Mûsilê de, Şêx Ceifer Şêx Mistefa dibêje: “Hêzên Pêşmerge ji gelek aliyan artêşa Iraqê diparêzin û DAIŞ nikare ji ber piştevaniya Pêşmerge êrişên beruvajî bikin. Heta niha jî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge nehatiye kirin ku di şerê nava bajêr de beşdar bibin û eger daxwazek wisa ji me hat kirin, emê gotûbêjan bikin û biryarê derbarê wê bidin. Tişta ku me kiriye, Hêzên Pêşmerge axa Kurdistanê girtine û li gorî rêkeftinê me çeperên xwe çêkirine.”

Nûçeyên têkildar