Nêçîrvan Barzanî bo UN: Divê hûn alîkariya Herêma Kurdistanê bikin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê siyasî, destxweşiyê li xelk û hikûmet û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike li ser parastina hemû pêkhateyên olî û neteweyî. Nêçîrvan Barzanî jî got ku pêwîst e civaka navdewletî bi riya UN yan jî bi riya rasterast alîkariyan bidin Herêma Kurdistanê.
Îro Sêşema 29-11-2016 danê nîvro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir li Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê siyasî Mîroslav Cînka û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Yan Kobîş.
Di wê hevdîtinê de, Mîroslav Cînka kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û asayiş û pêşketina wê nîşan da û destxweşî li xelk û hikûmet û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir li ser parastina hemû pêkhateyên olî û neteweyî ji gefên terorîstan û pêşwazîkirin û hewandina û xizmetkirina hejmarek zêde ji koçber û penaberên destê terorê. Herwiha hevkarî û hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de bo jinavbirina terorê bilind hat nirxandin.
Mîroslav Cînka tekez kir ku Neteweyên Yekbûyî ligel civaka navdewletî berdewam dibe li ser hewlên xwe bo pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir bo Herêma Kurdistanê, da ku ew jî wan alîkariyan bighîne koçberan.
Alîkarê Sekreterê UN hêvî xwest ku piştî nemana DAIŞê û vegera koçberan, programek bo pêkvejiyana pêkhateyên cuda û parastina aştî û asayişa navçeyê bê danîn. Herwiha got jî ku, ew amade ye bo amadekirina her diyalogekê di navbera Bexda û Hewlêrê de bo çareserkirina arîşeyên di navbera wan de.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê kurdistanê spasiya serdana şanda mêvan kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê hertim cihê koçber û awareyan bûye, lê ji ber kirîza darayî, alîkariyên wê bo kokber û penaberan kêm bûne, lewma jî pêwîst e civaka navdewletî bi riya UN yan jî bi riya rasterast alîkariyan bidin Herêma Kurdistanê.




