Cîgirê Serokê Amerîka telefona Serok Barzanî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka qonaxên operasyona azadkirina Musilê nirxandin.
Êvariya îro Sêşema 29.11.2016ê, Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.
Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî û malbatên wan hemû Pêşmergeyan kir ku di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de canê xwe dane û şehîd bûne.
Herwiha ji bo wan serkeftinên li hemberî terorîstan de bi dest ve anîne, pîrozbahî û destxweşî li Hêzên Pêşmerge kir.
Di beşekî dinê vê peywendiyê de herdû aliyan hevkarî û hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê bi başî wesif kirin ku destkeft û serkeftineke berçav bi dest ve anîne û bi pêwîst zanîn ew hemahengî berdewam bibe. Herwiha Cîgirê Serokê Amerîka piştgîriya welatê xwe ji bo wê hemahengiyê dûpat kir.
Her di vê peywendiyê de Serok Barzanî spasî Amerîka kir ku palpiştê Hêzên Pêşmerge û hemahengiya li gel hêzên Iraqê de bûye.




