26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji bo Serokê Frakisyona HDPê 15 sal zindanî hat xwastin

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Serdozgeriya Çewlikê ji bo Serokê Frakisyona HDPê ya di Parlamentoya Tirkiyê de û Parlamenterê Amedê Idrîs Baluken 15 sal cezayê girtîgehê xwast.

Parlamenerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Idrîs Baluken roja 4ê Mijdara 2016ê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin û piştre li dadgehê biryara berdana wî li gor şertên edlî hatibû dan.

Piştî derbasbûna 25 rojan bi ser operasyona girtina hevserok û parlamenterên HDPê re, Serdozgeriya Çewlikê derheqê Parlamenterê HDPê yê Amedê û Serokê Frakisyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyê, Idrîs Baluken de doz vekir.

Di çarçoveya vê doza lêpirsînê de, ku Serdozgeriya Çewlikê derheqê Idrîs Baluken de daye destpêkirina, daxwaza girtina wî bo dema 15 salan hatiye kirin.

Nûçeyên têkildar