Dezgeha Barzanî pêdiviyên dibistanê bi ser 1200 xandevanan belav kir

Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî cante û pêdiviyên xwandinê li ser 1200 xandevanên dibistana seretayî li kolana Mamzava ya bajarê Hewlêr dabeşkir.
Îro 29.11.2016ê di berdewamiya rêze çalakiyên dezgeha xêrxwazî ya Barzanî ku her sal, ji bo girîngî dayîn bi proseya xwandinê û hêsankarî ji bo xandevanên dibistanên seretayî, di destpêka proseya xwandinê de helmeteke berfireh ya dabeşkirina cante û pêdiviyên xwandinê li ser xandevanên seretayî li bajar û bajarokê herêma Kurdistanê û qampê penaberan de dabeş dikin, çalakiyeke din jî pêk hat.
Di rêze çalakiyeke nû de Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî li bajarê Hewlêrê dest bi dabeşkirina cente û pêdiviyên xwandinê ji bo 1200 xandevanên dibistana Yad li taxa Mamzava de kir.




