PDK û Komunîst civiyan..Mîranî: Em dixwazin pirojeyeke piralî amade bikin

Hewlêr-KDP.info- Şandekî PDKê li gel berpirsên Partiya Komûnîst a Kurdistanê civiyan û Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî got, “Em dixwazin projeyên hemû aliyan bizanin da ku bikarin projeyeke piralî amade bikin.”
Şanda Partiya Demokrata Kuırdistanê ya di bin serokatiya Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî de li Hewlêrê ligel Sekreterê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Kawa Mehmûd re hevdîtinek pêkanî.
Piştî civînê Sekreterê Partiya Komûsnîst ji rojnamevanan re got; “Destpêşxeriyek (înîsiyatîf) heye û ji bo ev jî bibe projeyekê çareseriyê, pêwîstî bi mekanîzmayekê heye.”
Kawa Mehmûd herwiha diyar kir, “Hevdîtinên tên kirin dibin sedem ku ji bo çareseriyên pirsgirêkên siyasî projeyekî hevbeş ê rast bê amadekirin. Divê hemû alî hizr û projeyên xwe pêşkeş bikin.”
Fazil Mîranî jî got; “Projeya me ya yekalî nîne. Em hatine da ku nêrîn û hizrên aliyên din jî bizanin û wan kom bikin. Em dixwazin projeyên hemû aliyan di projeyekê de kom bikin.”
Piştî peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de, duh (28ê Mijdara 2016ê), PDKê dest bi hevdîtin û danûstandinên li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.
Şanda PDKê duh piştî ku serdankirina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, bi aliyên siyasî yên turkmen re jî civiya.




