26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDKê bo Almanya bi fermî hat vexwendin

Çavkanî: KDP.info

 Berlîn-KDP.info- Sibe Sêşemê konferansa siyaseta Derve ya Almanya birêve diçe. Zêdetirî 200 kesayetî û siyasetmedar û dîpolmatkar li ser asta cîhanê û çendîn wezîr û nûnerên welatên cîhanê û nûnerên Yekîtiya Ewropa û NATO jî tê de beşdar dibin. PDKê jî bi fermî bo wê konferansê hatiye vexwendin.

 

Bi nûneratiya PDKê, Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê û Endamê serkirdatiya PDKê, tê de beşdar dibe.

 

Ew konferans ji aliyê Navenda Korber bo Lêkolîn û Siyasetê bi hevahengî ligel Wezareta Derve ya Almanya birêve diçe. Di destpêka wê konferansî de Wezîrê Derve yê Alamanya dê gotarekê pêşkêş bike û piştre dê çendîn panêlên cuda birêve biçin û tê de dê gotûbêj li ser siyaseta derve ya Almanya, Yekîtiya Ewropa û rola Almanya û Ewropa li hemberî arîşeyên niha yên hemû cîhanê, bên kirin.

 

Her di vê konferansê de, nûnerê PDKê dê çendîn hevdîtinan ligel siyasetmedar û berpirsên pilebilind ên Almanya û nûnerên welatên cîhanê lidar bixe.

 

Piştî wê konferansê jî dê nûnerê PDKê di kongireya salane ya Partiya Xristiyan Demokrata Yekgirtû CDU de li bajarê Êsin ê Almanya beşdar be, ku biryar e di destpêka meha bê de lidar bikeve û çendîn kesayetiyên siyasî û akademisyen ên cîhanê û serokên welatan tê de beşdar bibin.

Nûçeyên têkildar