Şanda PDKê ligel Yekgirtû civiya

Hewlêr-KDP.info- Şanda PDKê ligel Yekgirtû civiya û piştî wê civîna şandeya bilind a PDKê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, sekreterê polîtburoya PDKê ragehand, em wek berê nakin û naveroka civînê bo çapemeniyê eşkere nakin.
Serdana şanda PDKê bo cem Yekgirtû piştî wê yekê tê ku PDKê biryar daye di çarçoveya wê peyamê de serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike bo çareserkirina kirîza siyasî ya Kurdistanê.
Piştî civîna îro 28.11.2016ê rojnamevanan daxwaz ji sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî kirin derbarê civînê de agahiyan bide, lê Mîranî red kir û ragehand, wek carên berê nakin û naveroka civînê bo çapemeniyê eşkere nakin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî drebarê rewşa siyasî ya Kurdistanê de peyamek belav kiribû û tê de daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kiribû ku bicivin û serokatiyeke nû ji Parlemantoya Kurdistanê re û hikûmeteke nû ava bikin û herwiha kesekî jî diyar bikin bo serokatiya Herêma Kurdistanê.




