26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û berpirsên Îmarat guhertinên Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li gel Mîrê Îmaratê û ligel Wezîrê Derve yê Îmarata Yekgirtî ya Erebî civiya û di wan hevdîtinan de, rewşa Rojhilata Navîn û pêşhatên siyasî gotûbêj kirin.

Di dirêjahiya serdana xwe ya welatê Îmarat roja yekşem 27.11.2016 li bajarê Ebudabî Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehiyan Mîrê Îmarat û Cîgirê Fermandeyê Bilindê Hêzên Çekdariyên Îmarata Yekgirtiya Erebî ve hate pêşwazî kirin.
Li hevdîtineke dostane da Mîrê Îmarat bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe jî bi serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê li bereyên şerê dijî terorîstan derbirî û pîrozbahiya wan serkeftinan li Serok Barzanî kir.
Her li vê hevdîtinê de ronahî xiste li ser rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstên DAIŞê û Serok Barzanî behsa operasyona azadkirina Musil û hengavên planên serbazî û rewşa mirovî û koçberan behs kir û her wiha spasî Heyva Sora Îmaratî jî kir ku nêzîkî dû salên derbasbûyî da yarmetiyê pêşkêşî koçberan û lêqewiyên şerê terorîstan li Iraqê da kiriye.

Herwiha Mîrê Îmarat spasiyeke taybet pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku mîhvandariya sedan hezar koçber û penaberan kiriye.


Di beşekî dinê civînê de rewşa siyasiya navçeyê û guhertinên siyasî yên dawî hatin nirxandin.
Êvariya heman rojê û li bajarê Ebudabî Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Şêx Ebdullah Bin Zayid El Nehiyan Wezîrê Derveyê Îmarata Yekgirtî ya Erebî civiya.
Li civînê de di derbarê rewşa Rojhilata Navîn û Iraq û pêşhatên siyasiyên dawî de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tîşk xistin li ser hevkêşeyên siyasiyên navdewletiyên nû.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Yekgirtî ya Erebî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar