Kêmasiyên leşkerî yên Pêşmerge diçin nava Parlemantoya Fransayê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe de ligel şandeke Parlemantoya Fransayê de, spasiya hevkariyên berdewam ên Hikûmeta Fransa bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir.
Îro Yekşemê 27-11-2016 Serokwezîrê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Endamê Lêjneya Bergiriyê ya Parlemantoya Fransayê Can Cakuz û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, Can Cakuz spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir ku karîne bi awayekî mezin hemû pêkhateyên Kurdistanê biparêzin û nehêlin destê terorê bighê wan. Bi taybetî jî qurbaniyên Pêşmerge bilind nirxand.
Cakuz da zanîn ku di dema wî serdana navendên perwerdeya leşkerî kir, jê re eşkere bû ku hevahengî û pêwendiyeke baş di navbera Hêzên Pêşmerge û pisporên leşkerî yên Fransî de heye. Herwiha tekez dike ku ewê hemû kêmasiyên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge pêşkêşî parlemantoya welatê xwe bike û dê ji wir bighê destê Wezîrê Bergiriyê yê Fransa.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, spasiya hevkariyên berdewam ên Hikûmeta Fransa bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir. Herwiha tekez kir ku serdana Serokê Fransa Franswa Holand bo Herêma Kurdistanê di destpêka şerê li dijî DAIŞê de, moraleke mezin da Hêzên Pêşmerge.
Serokwezîrê Kurdistanê hêvî xwest ku Fransa awireke cidîtir ji aliyê leşkerî û mirovî ve bide Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî ku niha operasyona rizgarkirina Mûsilê berdewam e û tê pêşbînîkirin ku hejmareke mezin ji xelkê wî bajêrî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.




