26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Em ji bo çareseriyê geşbîn in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di civîna xwe de ligel Encumena Bilind a Rêxistinên Civaka Sivîl li Kurdistanê de, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, peyama Serok Barzanî deriyeke pir girîng e bo çareseriya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, lewma jî me biryar daye ku şandekê pêk bînin bo serdana aliyên siyasî.

Fazil Mîranî îro pêşwazî li Encumena Bilind a Rêxistinên Civaka Sivîl li Kurdistanê kir, ku wê şandê peymaek ji Polîtburoya PDKê re anîbû, bo sazkirina tifaqekê li Herêma Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de, Mîranî ew hewla şanda mêvan bo tifaqê bilind nirxand û ragihand ku Serok Barzanî û PDKê bi temamî baweriya wan bi çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyalog û jihevtêgiheştinê heye.

Fazil Mîranî got ku, peyama Serok Barzanî deriyeke pir girîng e bo çareseriya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, lewma jî me biryar daye ku şandekê pêk bînin bo serdana aliyên siyasî.

Sekreterê PDKê geşbîniya xwe bi gihîştina bo çareseriyê nîşan da û tekez kir ku piraniya aliyên siyasî dixwazin pirsgirêk çareser bibin û ev cihê dilxweşiya PDKê ye.

Nûçeyên têkildar