26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo ciwanên Ewropa: Kurdan bi xelkê Ewropa bidin nasîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji Yekitiya Ciwanên Ewropa kir, Ewropiyan ji êş û xebata gelê kurd agahdar bikin û ew xeletiyên li hember kurdan hatine kirin, sererast bikin.

Yekitiya Demokratîk a Ciwanên Ewropa dê îsal civîna xwe ya salane, ji ber hurmeta Pêşmerge li Hewlêr û bi diruşma “Pêşmerge, Hêza Aşitî û Azadiyê” li dar bixe. Ji ber wê jî ev çend roj in şandeke wê saziyê bi serokatiya serokê Yekitiya Demokratîk a Gencên Ewropa, Xaviyêr Hortado Mîra li Hewlêrê ye.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Xaviyêr H. Mîra û şanda pê re kir.

Di civînê de, ku alîkarê serokê Yekitiya Demokratîk a Ciwanên Cîhanê Felah Hesen jî beşdar bû, Mesrûr Barzanî bi berfirehî behsa xebata gelê kurd bo bidestxistina mafên xwe kir û got, divê hûn bi rêya saziyên xwe xelkê welatê xwe ji kêşeyên dîrokî û bingehîn ên Rojhilata Navîn agahdar bikin û ew xeletiyên ku li hember mafên kurdan hatine kirin jî bên sererastkirin.

Serokê Yekitiya Demokratîk a Ciwanên Ewropa jî diyar kir ku ew di nav karên xwe de piştgiriya mafên gelê Kurdistanê dikin û got, em şanaziyê bi Pêşmerge dikin û ew qurbaniyên ku Pêşmerge daye, bi qîmet dibînin.

Di civîna salane ya Yekitiya Demokratîk a Ciwanên Ewropa de, nûnerên 14 welatên Ewropî dê beşdar bibûn.

 

Nûçeyên têkildar