26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsekî PDK-Sê: Xelkê Rojava nefretê li PYDê dikin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî serkirdatiya PDK-Sê dibêje, xelkê Rojavayê Kurdistanê gelekî ji kar û tawanên PYDê dilgiran bûne û rojane nefretê lê tînin, ji ber ku bi temamî bûne girûpên milîs û ziyanê dighînin Kurdan.

Nûrî Birîmo Endamê Serkirdatiya PDK-Sê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber kar û tawanên PYDê û asayişa wê, xelkê Rojavayê Kurdistanê gelekî ji dilgiran bûne û nefretê li wan dikin, ku xelkê digirin û li wan didin.”

Birîmo wiha got: “Herwiha xort û zarokan bi zorê dibin şer û wan bi kuştin didin, ku wek girûpeke milîs ziyanan dighîne Kurdan.”

Wî berpirsê PDK-Sê wiha domand: “Bi eşkere ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re derketiye ku PYDê rahiştiye çekên rêjîma Sûriyê da ku kurdayetiyê li ser axa Rojava nehêlin.”

 

Nûçeyên têkildar