Serokê Herêma Kurdistanê serdana Pêşmergeyên Kurdistanê yên li parêzgeha Kerkûkê kir

Îro 10.12.2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Pêşmergeyên Kurdistanê yên li parêzgeha Kerkûkê kir û destxweşiyê li rol û erkê Pêşmergeyan kir û ragihand ku bangawaziya şerê Kurd û Ereb tawanekî mezine û em dijî ewene, her wiha ji bo çareserkirina pirs û kêşeyan tekez li ser diyalogê kir.




