Bikujên Mela Wişyar li tawana xwe mukir hatin
__2016_11_27_h16m9s29__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ragihand, “Bikujê sereke yê Dr. Wişya rû hevkarê wî hatine desteserkirin û li ser tawana xwe mikur hatin.”
Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekî nivîskî eşkere kir, “Piştî lêkolîn û pêdaçûnên hûr û berfireh, derbarê şehîdkirina mamosta Dr. Wişyar Îsmaîl, tîmên lêkolînê yên asayîşê karîn hinek delîlan bidest bixin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî peydakirina delîlan îro danê sibê (27/11/2016) berpirsê sereke yê vê êrîşê û herwiha hevakarê wî jî bê desteserkirin.
Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê da zanîn ku piştî lêkolîn û lêpirsînin sereke tawanbar li xwe mikur hatine û qebûlkirine ku wan ev buyer encam dane.
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, “Ji bo eşkerekirina sedemên vê tawanê lêkolîn berdewam in û hemû rêkariyên yasayî tên kirin.”
Mamostayê Olî û kadroyê pêşketî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Wişyar Îsmaîl, şeva 22ê Mijdarê li ber deriyê mala xwe hate kuştin.




