26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Her aliyek mercan deyne, em serdana wê nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew çaverê dikin aliyên siyasî li ser peyama Serok Barzanî gotûbêjan bikin bo çareserkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, lê her aliyekî siyasî mercan deyne, em serdana wê nakin û ligel nacivin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna “Helmeta 16 Projeyên Tekoşîna li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan” pirsên rojnamevanan bersivand.

Derbarê destpêkirina gotûbêjan di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de piştî peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, Serokwezî ragihand: Gerek piştî destpêkirina şerê li dijî DAIŞê, karê herî sereke yê aliyên siyasî ev şer ba, ne alozkirina rewşa Kurdistanê ba. Helbet peyama Serokê Herêma Kurdistanê pir zelal e.

Herwiha derbarê wê yekê de ku gelo PDKê amade ye ligel hemû aliyên siyasî bicive, Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Her aliyeke siyasî mercên wan nebin, emê ligel bicivin, lê her aliyek mercan deyne pêşiya me, em ligel nacivin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa derbarê “pêvajoya çareseriyê” de wiha got: “Ev babetekê navxweyî ya Tirkiyê ye. Heger em bikarin bibin alîkar em dê bi wê yek kêfxweş bibin, lê babetekê navxweyî ya Tirkiyê ye û aloz e. Ne pirseke hêsan e. Em nikarin bibêjin tenê yek alî şaş e. Sedema tiştên îro li Tirkiyê dibin, şaşiyên beriya niha hatine kirine. Divê her du alî jî berpisyariyê li xwe bigrin. Ti siyaseta me nîne ku em xwe tevlî karên naxweyî yên kesekî din bikin. Lê mijarek hebe em bibin alîkar emê kêfxweş bibin.”

Barzanî derbarê serdana xwe ya Tirkiyê de jî wiha got: “Serdana me ya Tirkiyê asayî bû. Em berdewam serdana cîranên xwe dikin. Di serdanê de me bi Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê wî welatî re peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de nirxand. Herwiha me behsa peywendiyên Enqerê û Bexdayê jî kir. Me mijara operasyona Mûsilê jî nirxand. Me li ser rola Tirkiyê dikare çawa di mijara koçberan de bibe alîkar gotûbêj kirin. Herwima me ligel Serokomarê Tirkiyê pirsa li Tirkiyê û girtiyên HDPyî jî kir.”

Derbarê bi yasayîkirina hêza Heşda Şeibî ya Şîeyên Iraqê, Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Em wê rola girîng a wê hêzê di şerê li dijî DAIŞê de liber çav digirin, lê gerek Hêzên Pêşmerge û daxwazên wan jî wisa giringî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatiba li berçavgirtin. Ev siyaseta Bexdayê ya dûrûyî nebaş e.”

Derbarê rêkeftinên Hikûmeta Kurdistanê ligel Hikûmeta Iraqê, Serokwezîr ragihand: “Di sala 2014ê de, dema Bexda pereyên Kurdistanê qut kir, em neçar bûn petrol bifroşin. Niha jî eger çareseriyek hebe û berjewendiya Kurdistanê tê de be, emê ligel Bexdayê rêkeftinê bikin, lê em dizanin li wir jî pirsgirêka budceyê heye, lê yê wan, pereyên wan ên yedek hene û bikar tînin. Eger Bexda bêje ezê mûçeyê fermanberên Kurdistanê bidim, emê di cih de amade bin ligel wê rêkeftinê bikin.”
 

Nûçeyên têkildar