26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê jinavbirina tundutîjiya li dijî jinan têkeve nav xwendinê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku li Herêma Kurdistanê tundutijiya li dijî jinan hê jî zêde dibe û ji bo ji navbirina vê diyardeyê pêwîstî bi hişyariya civakî heye û dibê ew yek bikeve nava xwendina dibistanan de.

Li Herêma Kurdistanê “Helmeta 16 Projeyên Tekoşîna li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan” dest pê kir. Di destpêkirina helmetê de li Hewlêrê çendîn çalakiyên cuda hatine pêşkeşkirin.

Di dema ragihandina helmetê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeş kir û got, “Parastina mafên mirovan, yek ji xisleta serke ya desthiladariyeke baş e. Ew jî bêyî parastina mafên jinana nabe. Karê hikûmetê ye ku mafê hemû welatiyan biparêz e lê divir de pêwîstî bi alîkariya civakê û saziyên sivîl heye. Ez bang li hemû rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sîvîl dikim, ji bo belavkirina hişyarî û bilindkirina asta zanîna civakê hewl bidin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên jinan û herwiha tekoşîna li hember tundutijiya li dijî jinan pabendê rêkeftinên navdewletî ye û got: “Baweriya me bi wê yekê heye ku parastina mafên jinan parastina mafê civakê ye. Bi vê armancê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2008ê ve ji bo parastina mafên jinan, pêngavên giring diavêje. Ew madeyên ku di bin navê parastina namûsê de li Iraqê dihatin nasîn, bi temamî weke tawan hatine naskirin.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku di mijara zewaca neçar û tundutijiya nav malbatê de rêkariyên yasayî hatine derxistin, sazî û dezgehên bi vê mijarê ve pêwendîdar hatine damezrandin û wiha got: “Ev yek pêngavên giring û bi azayetî bûn di navçeya me de. Amarên Rêveberiya Tekoşîna li Hember Tundutijiya li Dijî Jinan derdixe, ku li Herêma Kurdistanê hê jî li dijî jinan tundutîjî tê kirin lê ya dilxweşker ew e ku amarên xwekuştin û kuştinan li gorî salên din kêmtir bûne. Bi tevê vê yekê jî amarên hene, ne cihê razîbûnê ne. Herwiha êdî ew amarên tundutijiya li dijî jinan êdî veşartî namînin û tên eşkerekirin. Dezgehên yasayî jî li hember wan kesên tundî bikaranîne, pêwîstiyên yasayî cîbicî dikin.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewama axaftina xwe de diyar kir, ku divê parastina mafên jinan û tekoşîna li dijî tentutijiyê di dibistanan de bibin wane û herwiha di vê mijarê de rolek giring dikleve ser milê mamostayên olî da ku civakê hişyar bikin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa jin û keçên êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin kir  û da zanîn ku ji bo rizgarkirina wan dîlan hewlên hikûmetê berdewam dikin. Di heman demê de alîkariya derûnî û madî digehîne wan jinên ku hatine rizgarkirin, lê ji bo nehiştina şopên şer û tundutijiyê di nav civaka kurd de pêwîstiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkariya navdewletî heye.

Serokwezîr Barzanî got: “Pêwîstiya me heye ku em tovên tundutijiyê di hizir û baweriya xwe de nehêlin. Di demekê de ku pêşmerge li pêş hemû cîhanê ve şerê terorê dike, divê civaka me jî hemû binemayên azadiyê pêk bîne û paşiya hemû diyardeyên tundiya li dijî jinan bigre.”

Serokwezîr Barzanî di dawiya axaftina xwe de balkişa ser hişyarkirina civakê û got; "Hişyarkirin pir giring e, ev yek çêbibe dê asta azadiya civaka me jî pêşbikeve."

 

Nûçeyên têkildar