“Ji ber PKKê 650 gund nehatine avedankirin û 300 welatî şehîd bûne”

Soran-KDP.info- Qayîmeqamê Soran Kirmanc Îzet dibêje, ji ber hebûna PKKê û bombeberana Tirkiye û Îranê, 300 welatiyên Başûrê Kurdistanê heta niha şehîd bûne, herwiha ji ber ku PKK rê nade xelkê ku vegerin ser mal û halê xwe, 650 gund nehatine avedankirin.
Kirmanc Îzet ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji sala 1991 ve heta niha li sînorê Sîdekanê ji ber hebûna PKKê ku sedema bombebarana balafirên Tirkiye û Îranê ye, 150 gund li vê navçeyê nehatine avedankirin, ew jî jibilî navçên Mêrgesor û navçeyên din heta bi devera Badînan, ku hejmara gundên nehatine avedankirin dibe 650 gund.”
Îzet wiha got: “Hebûna PKK li wan navçeyan hincetê dide Tirkiye û Îranê ku navçeyên Başûrê Kurdistanê bombebraran bike, ku heta niha di encama wan bombebaranan de 300 welatî şehîd bûne, ku bêguman ev hejmara han tenê ya şehîdên navçeya me ne.”
Li gorî Qayîmeqamê Soran, “Ew cihên ku PKKê navendên xwe li wan çêkirine, navçeyîn şer in û xelk newêrin nêzîkî erd û gundên xwe bibin. PKKê vê navçeyê wek navçeya xwe dide naskirin û jê dernakeve, lê wisa nabe ji ber ku ev 25 sal in PKK erdên xelkê dagîr kiriye û nahêle xelk herin ser mal û milkên xwe.”




