Serok Barzanî: Em ji Kerkûkê venakişin..Ti karekî PKKê li Şingalê nîne..Emê bighên armanca xwe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyand ku ew li ser daxwaza serxwebûnê bi rijd in û got: “Ti kes nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigre. Em ji Kerkûkê û ji navçeyên Kurdistanî yên ku hatine rizgarkirin, venakişin.” Herwiha Serok Barzanî got, ti karekî PKKê li Şingalê nine.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî de ji televîzyona BBC Farisî re got; “Ez ji ber rewşa li Tirkiyê pir dilgiran im. Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û ji bo ji nûve destpêkirina danûstandinan, em amade ne alîkariyê dibin herdu aliyan. Em hêvîdar in ku li Îranê jî rêkeftineke aştiyane pêk were.”
Serok Barzanî diyar kir ku serdema înkarkirina kurdan bidawî bûye û wiha axivî:“Serdema înkarkirina kurdan bidawî bûye. Ev yek sûdê nade ti welatekî lê divê kurd jî ji bo gihitşina mafên xwe û parastina nasnameyên xwe, divê ligel rêveberiyên navendî rêyên çareseriya aştiyane û guftûgoyan peyda bikin.”
Emê bigihin armanca serxwebûnê
Derbarê pirsa “gelo dê xebatên we yên gihiştina serxwebûnê berdewam bikin yan na?” Mesûd Barzanî ragihand, “Ti kes, ti hêz nikare pêşiya serxwebûna kurdan bigre. Lê herdem min got ku ew yek ne bi şer, bi aştî û danûstandinan dibe. Aliyekî danûstandinan Bexda ye. Ez bawer dikim ku emê bigihin vê armanca xwe û dê hemû alî ji vê yekê sûdmend bin.”
Serok Barzanî daxuyand ku di sala 2003ê de bi alîkariya hevpeymanên xwe wan hêvî dikir ku bikarin li gel Bexdayê şêrîkatiyeke dadmendane saz bikin lê hikûmeta navendî bûdceya Herêma Kurdistanê birî û got: “Min ji wan re got; eger em nikarin bibin şerîkên baş, wê demê em bibin du cîran baştir e.”
Li ser pirsa “Eger bigihin serxwebûnê, hûn dê bang li kurdên Îran, Tirkiye û Sûriyê jî bikin da ku beşdarî we bibin?” Serok Barzanî wiha axivî: “Em dixwazin kurdên parçeyên din ligel hikûmetên navendî pêwendiyên aştiyane saz bikin. Ji bo beşdarî me bibin, em dê bang li kurdên parçeyên din ne kin lê ji bo bikarin bigihin mafên xwe û ligel rêveberiyên navendî li ser hîmê aştiyê danûstandinan bikin, emê cesaretê bidin wan.”
Derbarê operasyona Mûsilê de Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku qonaxa yekemîn a ku Hêzên Pêşmerge beşdar bûye bidawî bûye lê ev yek nayê wê wateyê ku gefa DAIŞê xilas bûye. Serok Barzanî eşkere kir ku dê Hêzên Pêşmerge ji bo parastina herêmên hatine rizgarkirin, herdem di amadebaşiyê de be.
Em ji Kerkûkê venakişin
Di berdewama hevpeyvînê de Mesûd Barzanî amaje bi herêmên ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine rizgarkirin kir û got ku dê Hêzên Pêşmerge ji Kerkûk û Şingalê û herwiha ji herêmên din ên hatine rizgarkirin venekin.
Derbarê îdîayên Rêxistina Navneteweyî ya Mafên Mirovan ku dibêje, Hêzên Pêşmerge bi zorê ereban ji malên wan derdixe, Serok Barzanî wiha got: “Ev rapor neadil in. Me deriyên xwe ji milyon û nîv koçberên Iraq û Sûriyê re vekiriye. Lê di gundan de hejmareke zêde yê çekdarên DAIŞê û alîgirên wan hebûn.”
Serbazên tirk bi agahiya Bexdayê hatin
Derbarê hebûna leşkerên tirk li Başîkê Barzanî diyar kir ku ti giringiya gote gotan nîne û ya giring rastiyên meydanîne û wiha pêde çû: “Dema DAIŞê êrîşî Kurdistanê kir hêzên hevpeymanan hatine alîkariya me. Di heman demê de rayadarên leşkerî yên Tirkiyê jî ji bo alîkariyê û herwiha ji bo perwerdekirina polîs û leşkerên ji Mûsilê revîne hatine herêmê. Ji bo xwebexşên Mûsilê kampa perwerdeyê vekirin.
Di qonaxa piştî hingî de ji bo parasatina şêwirmendên xwe Tirkiyê hejmareke din ê serbazan şand. Agahiya Bexdayê ji vê yekê hebû. Bi rêkeftina Bexdayê ev gav hatine avêtin. Lê hinek aliyan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, hebûna serbazên tirk nepixandin. niha jî ez hêvî dikim ku Enqere û Bexda derbarê vê yekê de bigihin rêkeftinê û pêwendiyên xwe xira nekin.”
Hebûna PKKê ya li Şingalê
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê çalakiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û êrişên Îranê yên li ser vê partiyê jî ragihand: “Rast e, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li vê derê heye, lê li Îranê jî hêza wan heye.”
Mesûd Barzanî wiha got: “Em ji siyaseta partiyeke din neberpirs in. Herwiha em nêrînên xwe jî li ser wan ferz nakîn.”
Serok Barzanî amaje kir ku bi şer ti çareseriyan nafrîne û wiha domand: “Lewma girîng e ku Komara Îslamî ya Îranê bi aliyên din re gotûbêjan pêk bîne. Bi vê rêyê dikarin bigihin çareseriyeke aştiyane.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha anî ziman: “Em naxwazin ti pirsgirêkên me yên ewlehî li gel welatên cîran çêbibin.”
Derbare hebûna hêzên PKKê yên li Şingalê jî Serok Barzanî got: “Nêrîn û bijardeya min ew e ku kurd şerê hev nekin. Lê hinek kom vê yekê ne baş bikartînin. Ti karekî PKKê li Şingalê nîne û divê vê derê jî weke cihekê pêngav avêtinê bikar neyne.”




