Serok Barzanî li ser vexwendineke fermî çû Îmarat

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwendineke fermî çû Îmarata Yekgirtiya Erebî
Roja în 25.11.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî ya Şêx Mihemed Bin Zayd El Nihiyan Cîgirê Mîrnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Bilindê Hêzên Çekdariyên Îmarata Yekgirtiya Erebî, gihîşte bajarê Ebudabî.
Hêjayî gotinê ye ev serdan dê çend rojan bidome.




