Ehmed Turk hat girtin

Amed-KDP.info- Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk, ku di çarçoveya operasyonekê de hatibû desteserkirin, piştî derxistina pêşberî dadgehê îro hat girtin.
Ahmet Turk roja 17ê Mijdara 2016ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve, ji peywirê hatibû dûrixistin û piştre jî roja 21ê Mijdarê di çarçoveya operasyonekê de li mala xwe hatibû destserkirin.
Îro pênşemiyê ji bo wergirtina îfadeyê, Ahmet Turk birin dozgeriyê û piştre li ser daxwaza dozgeriyê ya bo girtina wî, Turk şandin dadgehê.
Dadgeha Cezaya Sulhê jî li ser daxwaza dozgeriyê, îro biryara girtina Ahmet Turk da.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê parêzgerê Mêrdînê Mustafa Yaman wekî qeyûm li şûna Ahmet Turk bo rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê destnîşan kiribû.




