Hejmarek din ji Kurdên Êzdî rizgar bûn..Hewla rizgarkirina yên din berdewam e

Dihok-KDP.info- Berpirsê ofîsa karûbarê kesên ku terorêstên DAIŞê ew revandine li Dihokê ragihand, derengiya şeva borî, hejmarek din ji Kurdên Êzdî ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûn û bi dîtina melbatên xwe dilxweş bûn.
Husên Qayîdî Berpirsê ofîsa karûbarê kesên ku terorêstên DAIŞê ew revandine li Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “Yek ji armancên vekirina vê ofîsa me, rizgarkirina wan keş û jin û zarokên Kurdên Êzdî bû ku di destê DAIŞê de ne. Şevê din jî piştî hewlên me yên berdewam me karî 18 kesên din ji wan rizgar bikin, ku bi selametî gihîştine nav malbatên xwe, ku 9 keç û jin û 2 mêr û 2 zarok in.”
Qayîdî wiha got: “Tenê di vê mehê de me 100 kes rizgar kirine û hejmara kesên ku heta niha hatine rizgarkirin zêdetirî 2800 kes in û niha jî hewl û bizavên me û hêzên asayîşê bo rizgarkirina kesên ku di destê terorîstan de mane, berdewam in.”




