26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Husên: Peyama Serok Barzanî bi erênî hatiye wergirtin..Guhertineke cîhanî birêve ye

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDKê ragihand ku peyama Serok Barzanî bi erênî pêşwazî lê hatiye kirin. Herwiha dibêje, eger em berê xwe bidin wê peyamê dl derkeve ku kî xemxurê Herêma Kurdistanê ye.

Elî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Komek guhertin û eger hene li piştî şerê Mûsilê, ku guhertineke mezin li ser asta cîhanê tê çaverêkirin, ji ber ku Amerîka guhertinê di hikûmeta xwe de dike. Welatên mezin berjewendiyên wan li vê navçeyê hene. Kurd jî li herçar perçên Kurdistanê niha bala civaka navdewletî dikşînin û navê Pêşmerge û Serok Barzanî cihê baweriyê ye li dunyayê û li cem hevpeymananiya navdewletî, lewma berpirsyaretiya Barzanî ye ku wan hemû egerên ku dê çêbibin, liber çav bigire, lewma jî cenabê serok hest bi wê berpirsyaretiya dîrokî û paşeroja xelkê Kurdistanê kir û ew peyam ragihand, da ku ji hemû aliyan re bêje ev erkê me ye û pêwîst e em navmala Kurdî rêk bixin û yekîtiya xwe ava bikin. Eger em berê xwe bidin wê peyamê dl derkeve ku kî xemxurê Herêma Kurdistanê ye.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê hêz û aliyên siyasî ve bi erênî hatiye wergirtin, ji ber ku di asta berpirsyaretiyê de bû û mamelekirin ligel berpirsyaretiyê jî ew e ku amadekarî bo aştewayî siyasî bê kirin.”

Nûçeyên têkildar