Erdogan: Tirkiye dê alîkariyên aborî bide Herêma Kurdistanê

Enqere-KDP.info- Di hevdîtina di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokmarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan de, rewşa navçeyê hat gotûbêkirin û Erdogan ragihand ku di qonaxa bê de Enqere ji aliyê borî ve hevkariya navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê bike.
Di çarçoveya serdana xwe de bo Tirkiyê, Îro Çarşemê 23-11-2016 piştî nîvro Serokwezîrê Kurditanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re serdana bajarê Stenbolê jî kirin û li wir ji aliyê Serokmarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan ve hatin pêşwazîkirin.
Di wê hevdîtinê de, di serî de Erdogan kêfxweşiya xwe bi vê serdana Nêçîrvan Barzanî nîşan da û piştre bi dirêjî behsa pêşhat û arîşeyên navçeyê kir û herdu aliyan tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendî û têkeliyêm di navbera xwe de.
Erdogan û Nêçîrvan Barzanî tekez kirin ku pêwîst e hevahengiyeke zêdetir di navbera herdu aliyan de hebe û Herêma Kurdistanê di vegerandina emin û asayîşê bo navçeyê û di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û parastina pêkhateyên navçeyê de roleke mezin bibîne.
Serokomarê Tirkiyê ragihand ku welatê wî amade ye hevkariya hemû pêkhateyên navçeyê bi bê cudahî bike û wan ji gefên terorîstan biparêzin, herwiha hevahengî di navbera Bexda û Enqerê de çêbibe. Herwiha Erdogan amaje bi wê yekê kir ku di qonaxa bê de Tirkiye dê ji aliyê aborî ve alîkariya navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî bike.
Herdu aliyan di wê civînê de behsa pêşhatên dawî yên Iraq û Sûriyê û navçeyê bi giştî kirin. Herwiha herdu aliyan tekez kirin ku pêwîst e pêkhateyên netewî û olî yên navçeyê hevkar bin bi hev re, da ku paşeroja wan dûr be ji tundî û mezhebgeriyê û welatên xwe ava bikin û xwe biparêzin.




