Çawşoglu: Em amade ne di hemû waran de alîkariya Herêma Kurdistanê bikin

Enqere-KDP.info- Di hevdîtina di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawşoglu de behsa pêwendî û têkeliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin û ew asta ku pêwendiyên herdu aliyan gihîştiye wê, bilind hat nirxandin ji ber ku sûdeke mezin gihandiye herdu aliyan.
Di çarçoveya serdana xwe de bo Enqere, îro Çarşema 23-11-2016 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawşoglu civiya.
Di wê civînê de, behsa pêwendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hat kirin û ev asta pêwendiyên herdu aliyan ku gihîştiye wê bilind hat nirxandin, ji ber ku sûdeke mezin dighîne berjewendiya gelên Kurdistan û Tirkiyê.
Di beşeke din a vê civînê de, behsa guhertinên ku li navçeyê bi giştî çêdibin, hat kirin û li ser bûyerên ku li navçeyê çêbûne û tê çaverêkirin çêbibin, sekinîn, herwiha tekez kirin li ser parastina asayişa navçeyê bi awayekî ku di berjewendiya hemû aliyan de bin û tekez li ser berdewamiya hevahengî û alîkariya di navbera Hewlêr û Enqere de hat kirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku welatê wî amade ye di hemû waran de alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî jî di warê aborî de ku tê çaverêkirin di qonaxa bê de pêşketineke baş bibîne.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariya berdewam a Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê kir û asta têkeliyên di navbera herdu aliyan de bilind nirxand û ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye pêwendiyên xwe ligel Enqere bihêztir bike.
Nêçîrvan Barzanî û Çawşoglu behsa pêşhatên dawî yên şerê terorîstên DAIŞê li Mûsil û derdora wê kirin.




