26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yilidrim: Guhertineke mezin çêdibe, pêwîst e Hewlêr û Enqere di hevkariya hev de bin

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Di hevdîtina di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yilidrim de, tekezî li ser çareserkirin pirsgirêkan û belavbûna aramiyê li navçeyê hat kirin. Yilidrim got ku, guhertineke mezin li navçeyê çêdibe lewma pêwîst e berdewam Hewlêr û Enqere di hevahengî û hevkariya hev de bin.

Îro Çarşemê 23-11-2016 danê sibehê, li ser vexwendineke fermî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şana Hikûmeta Kurdistanê gihîştin Enqere.

Di destpêka hevdîtinên xwe de, şanda Kurdistanê ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yilidrim ve hat pêşwazîkirin û di wê hevdîtinê de behsa pêwendiyên bihêz ên di navbera herdu aliyan de hat kirin û ew pêwendî û hevahengî bilind hatin nirxandin, bi teybetî jî alîkariyên mirovî yên Tirkiyê bo koçberên ku di destê terorê reviyane Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din a wê civînê de, Serokwezîrê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir ku guhertineke mezin li navçeyê çêdibe, lewma divê Hewlê û Enqere berdewam hevkariya hev bikin û hevahengî di navbera wan de hebe, da ku bikaribin bi baştirîn şêwe dilgiranî û metirsiyên li ser navçeyê nehêlin û ji bo asayîşa navçeyê û berjewendiya hemû pêkhateyên deverê jî, aramî bicîh bibe.

Herwiha Serokwezîrê Tirkiyê tekez kir ku ew amade ne hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin di hemû waran de bi taybetî jî di warê ewlehî, aborî û siyasî de, ji ber ku tê çaverêkirin piştî rizgarkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞê, aboriya di navbera herdu aliyan de gelekî pêş bikeve, lewma jî Enqere amade ye di hemû waran de alîkariya Herêma Kurdistanê bike. Herwiha piştgiriya xwe bo berdewamiya têkeliyên di navbera Hewlêr û Bexda de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Barzanî spasiya wê pêşwaziya ku li wî hat kirin, kir û hevahengî û asta bilind a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bilind nirxand û tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye bo bihêzkirina pêwendiyên xwe ligel Enqere bi taybetî ku niha navçeya me di rewşeke dijwar de derbas dibe û hemû eger hene.

Her di wê civînê de, behsa pêwendiyên di nabvera Enqere û Bexdayê de hatin kirin û derbarê vê yekê de jî Serokwezîrê Kurdistanê hêvî xwest ku ew pêwendî normal bibin û eşkere kir ku Bexda amade jî wê yekê re.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Tirkiyê tekez kir ku welatê wî jî amade ye pêwendiyên xwe ligel Bexdayê normal bike, ji ber ku Bexda ji wan re welatekî girîng e û Enqere dixwaze baştirîn têkeliyan ligel wê girêbide.

 

Nûçeyên têkildar