Xelkê Sinûnê ji PKKê dilgiran bûne..Bi otomobîlên bê nemre digerin
__2016_11_23_h17m21s23__HK__2016_11_23_h18m13s17__HK.jpg)
Sinûn-KDP.info- Rêveberê nahiyeya Sinûnê ragihand, 7 hezar û 400 malbat vegeriyane Sinûn û derdora wê, lê tişta ku nahêle malbatên din jî vegerin, mana PKKê ye li wê navçeyê, ku rojane bi otomobîlên cam reş û bê nemre li wir digerin, lewma jî xelk ji wan dilgiran bûne.
Nayif Seydo Rêveberê Nahiyeya Sinûnê ya ser bi Şingalê ve ji malpera KDP.info re raghand: “Heta niha 7 hezar û 400 malbat vegeriyane Sinûnê û derdora wê, rojane jî vegera xelkê berdewam dike, ku xelkê piraniya komelgehan vegeriyane û 24 dibistan ji wan re hatine vekirin, herwiha piraniya projeyên xizmetguzariyan jî li navçeyê hatine bicîkirin.”
Seydo wiha got: “Tişta ku bûye sedama dilgiraniya xelkê navçeyê, bi dehan otomobîlên bê nemre û cam reş li navçeyê digerin, ku ser bi PKKê ve ne. Xelk dibêjin heta PKKê li vir be, em venagerin, helbet mana wan li navçeyê arîşe ye, ji ber ku eger her pirsgirêkek çêbibe kes nizane kê kiriye.”




