Serok Barzanî: Şehîdkirina mamoste Wişyar, kuştina dengê miyanrewî û pêkvejiyanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê terorkirina mamostayê olî yê kurd, Mela Wuşyar de ragihand: “Terorkirina Mela Wişyar li dijî min bi xwe hatiye pêkanîn.”
Îro çarşemiyê 23ê Mijdara 2016ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî têkildarî terorkirina mamostayê olî yê kurd Mela Wişyar, bi rêya telefonê pêwendî bi Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn kir.
Serok Barzanî di vê pêwendiya telefonî de, “bi tundî terorkirina Dr. Wişyar Îsmaîl mamostayê olî û kesatiyê niştîmanperwer ê bajarê Hewlêrê şermezar kir. Herwiha hevxemiya xwe gihande Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê û malbat û kesûkarên Mela Wuşyar û serxweşî li wan kir.”
Serok Barzanî ji Selahedîn Behadîn re got: “Şehîdkirina mamoste Wişyar, şehîdkirina dengê miyanrewî û pêkvejiyanê ye. Ev kirdara nemirovane, li dijî hemû aliyekê û bi taybetî li dijî min bi xwe hatiye encamdan.”
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a vê pêwendiya telefonî de, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji wê yekê agahdar kiriye, ku wî “dezgehên pêwendîdar erkdar kiriye, da ku bi zûtirîn dem sedem û bikerên wê tawanê bibînin û teslîmê yasayê bikin.”
Şeva bihorî Mela Wuşyar li ber deriyê mala xwe bi 2 gulleyan hat birîndarkirin û piştre li nexweşxaneyê ji ber giraniya birînan, jiyana xwe ji dest da.




