Asayîşa: Armanca kuştina wî melayî, têkbirina aramiya paytextê ye

Hewlêr-KDP.info- Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek li ser kuştina pêşnimêjê mizgefta bajarê Hewlêrê belav dike û tê de ragihand ku armanca kuştina wî melayî têkbirina aramî û îstiqrara paytextê ye.
Li gor wê ragehandinê, “Şeva 23.11.2016 di kolana Behar li başarê Hewlêrê de teqe li pêşnimêjê mizgefta (Omerbendiyan) Dr. Wişyar Îsmaîl di mala wî de hatiye kirin û hatiye birîndar kirin û piştre di nexweşxana Rojava ya Hewlêr canê xwe ji dest daye. Dr.Wişyar zanayekî olî û kesek naskirî bûye.”
Li gor ragehandina asayîşa Hewlêrê hatiye aşkere kirin ku: “Bi armanckirina wî kesayetî bi mebesta têkdanê ye û armanca wan têkbirina aramî û îstiqrara paytextê ye.”
Herwaha tê de hatiye ku rêveberiya asayîşa Hewlêrê û dezgehên din bi hûrgilî ve lêkolînê li ser vê bûyerê dikin û “ Di dema pêş de emê hemû encamên lêkolînê li diyar bikin.”




