PDK: Şehîdkirina Dr. Wişyar bo çêkirina tevliheviyê û qutkirina dengê niştimanperiyê ye

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê terorkirina Dr. Wişyar Îsmaîl protesto dike û dibêje, ew yek tawaneke çepel e û teroreke kirêt e û mebesta wê jî têkdana aramî û ewlehiya Hewlêrê ye û çêkirina tirs û tevliheviyê ye bo qutkirina dengên niştimanperwer.
Polîtburoya PDKê di daxuyaniyekê de ragihand: “Nûçeya şehîdkirina mamosteyê olî û kesayetiya diyar ya bajarê Hewlêrê Dr. Wişyar Îsmaîl em ji dil ve xembar û dilgiran kirin. Şehîdkirina wî mamosteyê ku wek niştimanperwer û helwêstên nerim dihat naskirin, tawaneke çepel e û teroreke kirêt e û mebesta wê jî têkdana aramî û ewlehiya Hewlêrê ye û çêkirina tirs û tevliheviyê ye bo qutkirina dengên niştimanperwer, lê qet ew hewlên wan ser nagirin.”
Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek li ser kuştina pêşnimêjê mizgefta bajarê Hewlêrê belav dike û tê de ragihand ku “Şeva 23.11.2016 di kolana Behar li başarê Hewlêrê de teqe li pêşnimêjê mizgefta (OmerbendiyanDr. Wişyar Îsmaîl di mala wî de hatiye kirin û hatiye birîndar kirin û piştre di nexweşxana Rojava ya Hewlêr canê xwe ji dest daye. Dr.Wişyar zanayekî olî û kesek naskirî bûye.”




