Nêçîrvan Barzabî ligel berpirsên Tirkiyê behsa girtina Demîrtaş û aşîtiyê bike

Hewlêr-KDP.info- Li gorî zanyariyên medyayên Tirkiyê, yek ji mijarên sereke yên serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, pirsa pêvajoya Aştiyê û pirsa girtina parlemanter û hevserokên HDPê ye, ku li gorî wan medyayên Tirkiyê di civînan de li ser van herdu pirsan bisekinin û tê çaverêkirin Serokwezîrê Kurdistanê li ser wê yekê daxwaza pêdeçûnê bi helwestê xwe ji berpirsên wî welatê bike.
Serokwezîr Barzanî şevê din gihîşt Enqere û dest bi hevdîtinên xwe ligel berpirsên wî welatî kirine û niha ligel Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yilidrim civiya.
Saet 13:39 bi dema Tirkiyê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokmarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan jî dicive û çend pirsên girîng derbarê rewşa navçeyê gotûbêj dikin.




