Serok Barzanî û Karter: Hevahengiya hevpeymanan û Pêşmerge girîng e

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîka di pêwendiyeke telefonî de operasyona azadkirina Musilê nirxandin û herdû aliyan tekez kirin li ser hevahengiya di navbera Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de.
Êvariya roja sêşem 22.11.2016 Ashton Karter Wezîrê Berevaniya Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.
Li peywendiya telefoniyê da Wezîrê Berevaniya Amerîka bi sedema serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞê xweşhalî û pîrozbahiya xwe bi Serok Barzanî ragihand. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo asta baş ya hemahengî û karê hevbeşê Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li şerê terorîstan da hebû.
Her di vê pêwendiyê de herdû aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengiya di navbera hevpeymanan û Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin.
Di beşekî dinê vê pêwendiya telefonî de herdû aliyan di derbarê pêngavên bi cîhkirina plana azadkirina Mûsil û derdora wê de axivîn û qonaxên operasyonê heta niha bi serkeftî wesif kirin.
Her di vê pêwendiya telefonî de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmet û artêşa Amerîkayê kir ku di şerê terorê de piştevanê Pêşmerge bûne û hêviya serkeftina yekcarekî li dijî terorîstan xwest.




