Kanada: Hikûmeta Iraqê nahêle çekên me bighên Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Kanada rexneyê li Hikûmeta Bexdayê digre ku rêgir e li pêşiya gihîştina çekên welatê wî bo Hêzên Pêşmerge.
Hîcret Secan Wezîrê Bergiriyê yê Kanada ragihand ku, Hikûmeta Iraqê rêgir e li pêşiya gehîştina çekên me bo Herêma Kurdistanê.
Li gorî nûçeyeke The Star, Hîcret Secan gilî li Hikûmeta Iraqê kiriye li ser rêgirtina li gihandina çek û alîkariyên din ên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge, ew jî piştî derbasbûna 10 mehan ji soza Bexdayê ku ewê wan çekan bidin Hêzên Pêşmerge.
Li gorî heman çavkaniyê, meha borî jî Wezîrê Bergiriyê yê Kanadayê rexne li Hikûmeta Iraqê kir ku nahêle nexweşxaneyek bo birîndarên şerê Mûsilê ava bike, lê vê hefteyê wê nexweşxaneyê dest bi karê xwe kir.




