Kesayetiyên siyasî: Peyama Serok Barzanî pêngaveke erênî ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Tevgera Çaksazî û Geşeyê, herwiha serkirdeyekî Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê pêşwazî li peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin û dibêjin pêwîst e aliyên siyasî wê pêşniyarê bi cidî werbigirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî drebarê rewşa siyasî ya Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku bicivin û serokatiyeke nû ji Parlemantoya Kurdistanê re û hikûmeteke nû ava bikin û herwiha kesekî jî diyar bikin bo serokatiya Herêma Kurdistanê.
Derbarê wê peyamê de, Mihemed Bazyanî Serokê Tevgera Çaksazî û Geşeyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em pêşwaziyê li peyama Serok Barzanî dikin, ji ber ku pêngaveke girîng e bo çareserkirina kirîzên Herêma Kurdistanê û bo aktîvkirina parlemanto û pêkanîna hikûmeteke nû. Em hêvîdar in bi zûtirîn dem aliyên siyasî bicivin û çareseriyekê ji rewşa niha ya Kurdistanê re bibînin.”
Ji aliyê xwe ve, Goran Celal Endamê Encumena Kargêrî ya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di wê rewşa aloz a Herêma Kurdistanê de peyama Serok Barzanî pêngaveke erênî ye û destpêşxeriyek e bo çareserkirina pirsgirêkan, lewma pêwîst e aliyên siyasî zû bersiva wê bangê bidin û wê peyamê bi cidî werbigirin. Em wek Partiya Zehmetkêşan dibînin ku ew destpêşxerî pêngaveke baş e ku rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê çareser bibe.”




