26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Em amade ne gotûbêjan ligel hemû aliyên siyasî bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê PDKê, amaje bi vê yekê kir, ku wek PDK bi temamî amade ne ku dest bi gotûbêjan li gel hemû aliyên siyasî bikin.

 

Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed, di peyama xwe de amaje bi vê yekê kir ku peyama Serokê Herêma Kurdistanê di demeke pir guncaw de bûye û em vê peyamê wek deriyê çareseriya pirsgirêkên navxweyî dizanin.

 

Herwaha Mehmûd Mihemed got: “Em wek PDK naveroka peyamê bi başî dizanin û bilind dinirxînin û pêşwaziyê lê dikin. Herwaha bi dîtin û xwendina vê babetê jî bo mercên navçeyê bi giştî û bi taybet jî bo Kurdistanê, çareseriya krîza siyasî de wek pêwîstiyekî giring û zerûrî dibînin, bo ku em bikarin bibin bersiv ji vê pêvajoyê re û pêşî li gef û tehdîtan bigrin û planên dijminên xwe bikaribin pûç bikin derfeteke.” 

 

Di dawiyê de jî Berdevkê fermî yê PDKê dibêje: “Piştevaniya PDKê bo peyama Serok Barzanî em radigehînin û amadebûna me ya temamî heye bo destpêkirina gotûbêjan li gel hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê, da ku em bikarin di bin ronahiya peyamê de mekanîzmayeke çareseriyê diyar bikin.”

 

Nûçeyên têkildar