Çavdêrekî siyasî: Serok Barzanî tişta li ser milê xwe kir

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barznaî derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê gelekî zelal û eşkere ye û pêwîstiya wê bi ti tefsîran tune ye, ku tişta li ser milê wî bû kir û tişta ku maye dikeve ser milê aliyên siyasî.
Çavdêrê siyasî û mamosteyê zanîngehê Dr. Ebdulhekîm Xesro ji malpera KDP.info re ragihand: “Peyama Serok Barzanî pir zelal û eşkere ye û eger nêrînek derbarê kirîza darayî û kirîzên din hebe, pêwîst e bi hevahengî û jihevtêgiheştinê hemû aliyên siyasî li ser maseya diyalogê gotûbêj bikin. Herwiha tiştekî din heye ku ew sazan û tifaqa ku berê hebû niha nemaye û divê tifaqeke nû û bi awayekî din li ser parlemanto û hikûmetê çêbibe, da ku em bikaribin di vê qonaxê de rûbirûyî pêşhatan bibin.”
Xesro wiha got: “Xalekî din di wê peyamê de heye, ew jî ew e ku Serok Barzanî ti demekê çavê wî ne li kursiyê serokatiyê bû, lewma daxwaz ji aliyên siyasî dike ku serokekî bo herêmê destnîşan bikin, ev yek jî tê wê wateyê ku helwesta Serok Barzanî zelal û eşkere ye û pêwîstiya wê bi ti tefsîran tune ye.”
Wî çavdêrê siyasî wiha domand: “Tişta ku girîng bû di wê peyamê de ku ev cara yekê ye ku Serok Barzanî behsa hebûna îrhaba fikrî li ser Silêmaniyê dike, bi awayekî ku ew mamosteyê ku dixwaze dewamê xwe bike, rê lê digirin û nahêlin biçe zarokan fêr bike.”




