26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Welatî: Gel dê Goran ceza bike..Goran bi nanê mamoste û xelkê şerê siyasî dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Welatiyên Kurdistanê dibêjin, ew tişta ku Silêmanî, Helebçe, Germiyan û hinek navçeyên din tê dîtin, tenê ji rêbirina xelkê ye û Tevgera Goran bi nanê mamoste û xelkê şerê siyasî yê PDKê dike.

Li Silêmaniyê Muslih Umer wek fermanberê hikûmî ji malpera KDP.info re behsa rewşa bajarê xwe û hewlên Goran kir û wiha got: “Goran her ji destpêka avabûna xwe ve tevgereke xerab bû û cudabûna wê ji YNKê jî bi bernameyeke derve welatên derve bû, bi armanca ku xelkê Kurdistanê bi aramî nejîn û pirsgirêkan li pêşiya dewleta Kurdistanê û destkeftên gelê Kurd derxin. Goran dixwaze em vegerin xala destpêkê, lê wz bawer nakim ku bikaribe dîroka reş ya xwefiroşiyê li ser Kurdistanê feriz bike, ji ber ku deselata wê tenê li parêzgehekê heye û di hilbijartinên bê de jî xwedî wê deselatê namîne û gel dê wan ceza bike. Lê ya girîng ew e ku niha gel li dijî wê bernameya Goran derkeve, ku dixwaze Bexda îdareya Herêma Kurdistanê bike. Her kes dizane ku ew siyaseta ku Goran dike ne ji bo xelkê ye û ne ji bo dewletê ye, lê belê beruvajî ye û li dijî Kurd û Kurdistanê ye, lewma pêwîst e xelk haydar bin.”

Mamoste Peyman Cewher Mêrgesorî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li ser vê axê xwîna kur û keçên hemû perçên Kurdistanê di çeperekî de hatiye rijatin. Gerek em wê xwîna Pêşmergeyên qehreman ji ber çavê xwe nebin û wê xwînê bikin amrazek bo bihêzkirina dara azadiyê û serxwebûna Kurdistanê, ku wê qehremaniya Pêşmerge ji hemû cîhanê re piştrast kir ku Kurd hêjayî serxwebûnê ne, lewma jî dibê em hemû yekdeng û yek nêrîn bin û em hest bi berpirsyaretiyê bikin li hemberî wê xwîna şehîdan. Hin alî dixwazin piştî wan hemû şehîsên ku me dane bo azadiyê, em dîsa vegerin bin destê Bexdayê, ev yek şermezarî ye. Hewlên Goran li dijî xwîna şehîdan xiyanet e li netewe û welat. Ew tişta ku dijminan nikarîbûn bikin Goran dixwaze bike, lê ji şermezariyê pê ve bi dest wan ve nakeve.”

Mamoste Rizgar Gule Xanî ji parêzgeha Helebçe ji KDP.info re ragihand: “Ew xwepêşandanên ku li Silêmanî û Helebçe tên kirin bûne xwepêşandanên siyasî û xelk û mamoste ji rê tên derxistin, ku armanca wan xwepêşandan şerekî siyasî ne li dijî PDKê û qet mebesta wan ne mûçe ne, ku Goran bi nanê xelkê û mamosteyan şerê PDKê dike ûew kirine alavên destê xwe.”

Nûçeyên têkildar