26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKKê keçên Êzdî bi zorê dibe Qendîlê

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Roj bi roj çekdarên PKKê pirsgirêkên zêdetir ji xelkê Şingalê re çêdikin û Qayîmeqamê Şingalê jî dibêje, şevê din çekdarên PKKê keçeke Êzdî eşkence kirine ku dixwestin bi zorê wê bibin Qendîlê, lewma jî eger PKK berdewam be li ser van karên xwe xelk venagerin Şingalê û ev bajar nayê avakirin.

Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurdên Êzdî ji ber metirsiyên PKKê naxwazin vegerin Şingalê, ji ber ku PKKê rêgiriyê dike li avakirina Şingalê û xelk dibêjin em nikarin vegerin ser mal û halê xwe ji ber ku çekdarên PKKê bi zorê keçên me direvînin.”

Mehma Xelîl wiha got: “Niha Êzdî di rewşeke bi tirs de ne û nizanin ewê çibikin û çawa xwe ji çekdarên PKKê biparêzin. Eger Serok Barzanî ew piştrast nekirbana ku Hêzên Pêşmerge wan biparêzin, yek Êzdî li Kurdistan û Iraqê nedima û dê hemû çûbana derve.”

Qayîmeqamê Şingalê wiha domand: “Me gelek hewl dane ku welatên cîhanê alîkariya avakirina Şingalê bikin, lê PKKê dibe dêgir ji avakirin û vegera xelkê re. Keçên Êzdî bi zorê direvînin û wan dibin Qendîlê. Her şevê din me bihîst ku çekdarên PKKê li keçeke Êzdî dane ku dixwestin bi zorê wê bibin Qendîlê û ew keç razî nebûye, lewma ew eşkence kirine.”

Nûçeyên têkildar