Fermandarê Pêşmerge: Me çeperên xwe çêkirine û em venakşin

Başîk-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge dibêje, gotara Serok Barzanî li Başîkê bi zelalî diyar kir ku ti cudahiyek di navbera olên Kurdistanê de nayê kirin û ji ber Kurdistanbûna Başîkê Serok Barzanî gotara xwe li wir pêşkêş kir. Herwiha tekez kir ku Pêşmerge çeperên xwe çêkirine û êdî ji wir venakşin.
Berpirsê Eniya Başîkê Hemîd Efendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge qet ji navçeyên Kurdistanî venakşin û dê li wir bimînin, helbet me çeperên xwe çêkirine û em venakşin.”
Efendî wiha got: “Serok Barzanî gotara xwe li Başîkê pêşkêş kir ji ber ku Başîk Kurdistanî ye û hemû pêkhateyên wê kurdperwer in û ew gotar gelekî di cihê xwe de bû û xwedî giringiyeke mezin e ji ber ku cudahî di navbera olan de nayê kirin û hemû ol azad in.”




