26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cîgirê Serokê Parlemantoya Rûsya piştevaniya xwe bo ciwanên Kurdistanê ragihand

Çavkanî: KDP.info

Rûsya-KDP.info- Di kongireya ciwanên Partiya Rûsyaya Yekgirtî li Mosko, Cîgirê Serokê Ciwanên Demokrat a Cîhanê Felah Hesen bi fermî di kongireya ciwanên partiya Serokê Rûsya Viladîmêr Potîn de beşdar bû û di wê wê kongireyê de Cîgirê Serokê Parlemantoya Rûsya piştevaniya xwe bo ciwanên Kurdistanê ragihand.

Di serdana xwe ya fermî de bo Mosko, Felah Hesen ku xortekî Başûrê Kurdistanê ye, di serî de ji aliyê Cîgirê Serokê Parlemantoya Rûsya Sêrgî Zîlîzniyak hat pêşwazîkirin û behsa dostayetiya ciwanên Kurdistanê û ciwanên Rûsya kir û Zîlîzniyak behsa helwesta Rûsya li hemberî gelê Kurdistanê di dîroka şoreşa rizgarîxwaza gelê Kurd de û piştevaniya xwe bo ciwanên Kurdistnê diyar kir.

Piştre Felah Hesen ji aliyê her yek ji Serokê Frakisyona Partiya Rûsyaya Yekgirtî û Partiya Komonîst a Rûsya ve hat pêşwazîkirin û çend mijarên girîng gotûbêj kirin.

Nûçeyên têkildar